Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ban Ki-moon Hişyarî Dide Koreya Bakur ku Dawî li Gefên Navokî Bîne


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon hişyarî da Koreya Bakur ku dawî li gefên xwe navokî bîne.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî got, hesabek û biryareke çewt li hember Seul û Washingtonê dikane encamên pir xirab derxîne.

Birêz Ban ew daxuyanîya xwe roja Pêncşemê li Madrîde da. Wî got, gefên navokî ne lîstok in, lê tiştên pir girîng in û karbidestên Koreya Bakurî zimanekî pir tuj bikar tînin.

Ban Ki-moon berî ku bibe Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, wezîrê derve yê Koreya Başûr bû. Wî herwiha xemgînîya xwe dîyar kir ku Pyongyang nehêla ku karkerên Koreya Başûrî derbazî devera karsazî ya hevbeş bin.

Devera Kaesong ya karsazî ku li sala 2004’an hatibû vekirin çavkanîyeke girîng ya diravî ye, jibo Koreya Bakur ku welatekî pir xizan e.
XS
SM
MD
LG