Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

COVID Ser Saxlemîya Mirovan Bandorên Dirêjdemî Dihêle


COVID-19 dikare zîyaneke mezin bigehîne leşê mirovî, lê lêkolînên nû dîyar dikin ku çêdibe nexweş di heman demê de 60% zêdetir piştî salekê ji pêketinê rastî nexweşîyên derûnî û sozdarî yên domdar bibe.

Herwisa di nav wan pirsgirêkan de tirs, xemokî, hizirên xwekuştinê, bikarînana dermanên hişbir, zêde vexwarina alkolê, alozî û pirsgirêkên hizirkirnê hene.

"Eger piştî COVID-19 hûn rastî pirsgirêkên xewê, xemokîyê yan tires bûne, hun ne bi tenê ne. Em bi hezaran mirovên mîna we dibînin. Bê guman daxwaza alîkarîyê bikin." lêkolînerê serekî yê nexweşyên pizîşkî Zanîngeha Washington li St. Louis Dr. Zîyad El Alî got.

Alî di wê bawerîyê de ye ku divê ev pirsgirêk bi cidî were girtin.

"Ez dixwazim ku em bêtir bala xwe bidin tiştên wiha da ku ew di rê de nebin pisgirêkên mezin. Em zêdebineke metirsîdar ya karanîna madeyên hişbir û herwiha xwekujîyê û xemokîyê dibînin. û ji min re, ew mîna serhildaneke din a krîzên bikarînana madeyên hişbir û xwekujîyê ye."

Tevî ku ne dîyar e ka vîrus çawa bandorê li mêjî dike, El Alî bawer dike ku zîyan çêdibe dema ku COVID-19 dikeve xaneyên mêjî.

"Vîrus bi rastî dikare bikeve mejî û bibe sedema komek pirsgirêkên cîyawaz, di nav de qutkirina girêdanên demaran, bilindbûna hin nîşanên kulbonê, têkbirina nîşankirinê, û çend guhertinên di asabên mêjî de.

Pêdivî ye ku nojdar bala xwe bidin van pirsgirêkan nava nexweşên ku ji COVID-19 sax bûne, El Alî got.

"Doktor bi rastî di vê têbigehin ku COVID-19 metirsîyeke jibo van pirsgirêkan xemokîye. Jiber vê yekê bê guman li ser saxlemîya derûnî bipirsin. Ya herî girîng ew e ku her zû çareser bikin berî ku ew di rê de bibin krîzên pir xirabtir."

Jibo lêkolînê, El Alî û hevkarên wî jêderekê komkirina zanyarîyan yê Wezareta Karûbarên Şervanên dêrînên Amerîka bi kar anîn ku zanyarîyan li ser nêzîkê 154,000 kesen jîr ku bi COVID-19 ketîne, ji 1'ê Adar, 2020'ê heya 15'ê Çilê ya 2021'ê kom bikin.

Lekoleran ev zanyarî bi kar anîn da ku encamên saxlemîya derûnî bi nêzîkî 6 mîlyon mirovên ku COVID-19 nebûn û 6 mîlyon mirovên din ên berîya destpêkirina pandemîyê bidin ber hev.

XS
SM
MD
LG