Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Emîrê Qatarê bo Krîza Kendavê Banga Dîyalogê Kir


Emîrê Qatarê Şêx Temîm bîn Hamad es-Sanî, bang li 4 dewletên Ereb yên ku li dijî welatê wî ambargo ragihandibûn kir ku ew krîzê bi dîyalogê çareser bikin.

Es-Sanî, piştî Erebîstana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Misir û Bahreynê di 5'ê Tîrmehê de peywendîyên bi Qatarê re rawestandin, cara yekê ser krîzê axifî.

Emîrê Qatarê got ku "jiber cûdabirîya siyasî ya di navbera hikûmetan de, bandor li ser gelan çêdibe ku êdî wexta rawestandina wê hatîye"

Es-Sanî ji televîzyona Qatarê dîyar kir ku tevî ambargo, ku wî bi "dorpêçkirin" bi nav kir, li Qatarê jîyan bi awayekî normal dimeşe.

Çar dewletên ku bi Qatarê re peywendîyên xwe qut kirine dibêjin ku Doha piştgirîya aborî dide rêxistinên terorî.

Emîrê Qatarê, di axaftina xwe de îdiayên çar dewlet red kir û da zanîn ku welatê wî bê ku raweste li dijî terorê şer dike.

Es-Sanî, bo hewildanên Amerîka yên seba çareserîyê û bo alîkarîya Tirkîyê spas kir.

XS
SM
MD
LG