Lînkên eksesibilîtî

Amerîka Bang li Îranê Dike ku Girtîyên Siyasî Berde


Qesra Sipî ser nûçeyên derbarê êşkence û kuştina xwepêşandanerên li Îranê nerazîbûna xwe nîşan da û ji karbidestên wî welatî xwest ku hemî girtîyên sîyasî berde.

‘’Dîktatorîya Îranê dema mafên bingehîn yên hemwelatîyên xwe binpê kirin emê bêdeng neminin û bo hemî binpêkirinan jî ewê rêberên Îranê berpirs bin’’ Qesra Spî di daxuyanîyê de got.

Qesra Sipî da zanîn ku gelê Îranê dijî zextên dewletê, dizîya pereyan bi awayekî rêwa protestoyan li dar dixîne.

Qesra Sipî dîyar kir ku rejîma Îranê berovajî piştevanîya demokrasîyê bi awayekî hov êrîşî gel dike.

Protestoyên li Îranê di 28’ê Berfanbarê de destpê kiribûn û heta niha 21 kes di pevçûnan de hatin kuştin.

Çend xwepêşandaner hatine girtin hîn eşkere nebûye. Parlamenterê reformist Mahmud Sadigî dîyar kiribû ku 3700 kes hatine desteser kirin. Karbidestên Îranê didin zanîn ku piranîya wan hatine berdan.

Rêberê olî yê Îranê Alî Hamaney dîyar dike ku Amerîka xwepêşandaneran sor dike.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG