Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bangladeşê Hember Tecawizkaran Cezaya Darvekirinê Pejirand


Bangladeş protestoya dijî destdirêjîyên komî û tecawizan
Bangladeş protestoya dijî destdirêjîyên komî û tecawizan

Hikûmeta Bangladeşê îro Duşemê cezaya darvekirinê ya tecawizkaran pejirand.

Hikûmetê piştî xwepêşandanên girseyî yên seranserî welêt yên hember destdirêjîyên seksî yên komî û tecawizên dijî jinan, ev biryar da.

Wezîrê Dadê Anisul Huq ji Reuters re ragihand ku kabîneya welêt bi seroktîya Serokwezîr Şex Hasîna pêşnîyara cezaya darvekirinê pejirand ku ew bibe cezayê herî giran ya dijî tecawizê.

Li Bangladeşê di van salên dawî de tawanên cinsî zêde bûne.

Rêxistina mafên mirovan, Ain-o-Salish Kendra dîyar kiribû ku di navbera Rêbendanê û Îlonê de nêzî 1.00 bûyer hatine ragihandin ku ji pêncan yekê wan bûyeran tecawizên komî ne.

Aktîvîstên mafên mirovan jibo bilindbûna hejmara êrîşên destdirêjîyan çanda cezanedanê û ji hêla kesên xwedî bandor ve jiber sedemên sîyasî parastina kesên gûmanbar sûcdar dikin.

Anketeke ku 2013'an ya ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hatîbû çêkirin, diyar kir ku li Bangladeşê di nav tecawizkaran de ji % 88 yên wan yên ji heremên gundewar û ji % 95 yên ji bajaran gotine ku ew bi ti cezayên dadmendî ve rûbirû nebûne.

Lê, pispor hîşyar dikin ku cezayên girantir bo çareserîya pirsgirêkê têr nake û pêwîst e ku karbidest bi demûdest pirsgirêkên sîstemî yên di darizandina tawanên tecawizê û rêjeyên mehkûmkirina pir kêm çareser bikin.

XS
SM
MD
LG