Wezîrê Saxlemî yê Bangladeşê Samanta Lal Sen ragihand ku di şewatek li navendeke bazirganî ya şeş qatî de herî hindik 43 li paytext Daka hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.
Lal Sen got ku agir derengîya Pêncşemê li avahîya li navenda bajêr derket.
Wî dîyar kir ku agirkujan termên şewitî û kesên rizgarbûyî ji nava agir derxistin û herî kêm 22 kesên din li nexweşxaneyan tên derman kirin.
Agirvemiran got ku şewat li xwaringeheke navdar ya navenda bazirganîyê qewimî û gelek kesên din nava agir de asê man.
Jêder: AP