Lînkên eksesibilîtî

Qesra Sipî Piştrast Kir ku Bannon Dest ji Kar Berdide


Berdevka Qesra Sipî Sarah Huckabee Sanders ragihand ku stratejîstê serekî yê Serok Donald Trump, Steve Bannon îro dest ji kar berdide.

Berpirsê Giştî yê Karmendên Qesra Sipî John Kelly û Steve Bannon li hev kir ku îro wê bibe roja dawî ya Steve li Qesra Sipî. Em jibo xizmeta wî spasîya wî dikin û serketin ji wî re dixwazin,” Sanders got.

Du karbidestên rêvebirîya Trump ji New Yotk Times re gotibû ku demeke zûtir ya îro Înê Trump ji ji şewirmêndên xwe yên serekî re got ku wî biryar daye ku dawî li karê Bannon bîne.

Lê, şîretvanekî Bannon ji rojnamê re dîyar ku Bannon, hefteya borî bi xwe biryara berdana kar daye û jiber bûyerên Charlottesville biryara xwe ji îro re hêlaye.

Bannon di serketina Trump ya hilbijartinê de roleke serekî lîstibû, lê peywendîya wî yên ligel şêwirmendên din yên Qesra Sipî gelek xirab bû.

Bannon, herwiha jiber nêrînên xwe yên tundrê û sipîperest û helwesta xwe yên derheqa bûyerên Charlottesville ji alîyê medya ve jî dihat rexne kirin.

XS
SM
MD
LG