Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nirxandin Ser Serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya Bexdayê

Elî Falih Zeydî û Nêçîrvan Barzanî
Elî Falih Zeydî û Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Duşemê 4ê Gulana 2026an gihîşt Bexdayê û bi şandeke ji Hevpeymanîya Çarçoveya Hemahengîya Şî'ayan re civîya.

Civînên ku hatine lidarxistin, ji bo gotûbêja ser avakirina hikûmeta nû ya Îraqê û çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera hikûmeta Hewlêrê û Bexdayê de hene ku di ger û serdanên berê de bi tevahî nehatine çareserkirin.

Serdana Nêçîrvan Barazî ya Bexdayê piştî serdana berbijarê Serokwezîrîya Hiklûmeta Nû ya Îraqê Elî Falih Zeydî ya Hewlêr hat ku, di serdana xwe de piranî ya berpirsên kurd li Herêma Kurdistanê li Hewlêr û Silêmanîyê dîtin û hevdîtin pêkanî bûn.

Çalakvana siyasî Dr. Ruwayda Mustefa di hesaba xwe ya X'ê de dîmenên serdana birêz Nêçîrvan Barzanî diweşîne û dibêje "Îro li Bexdayê, Serok Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê berbijarkirî Elî Zeydî û berpirsên Hevpeymanîya Çarçoveya Hemahengîyê re civîya."

Çavdêrê siyasî û peyvdarê berê yê wezareta plandananê Ebdulzahra El-Hindawî gote Dengê Amerîka serdana birêz Nêçîrvan Barzanî di demek û cihekî destdayî de pêk tê "Ev nîşan dide ku nêrîn lihev nêzîkin û ewê lez li avakirina hikûmetê were kirin û pirsgirêk ji holê rabin."

El-Hindawî dide zanîn ku serdan "razîbûna herêmê û bilez pêkanîna hikûmetê nîşan dide û hem jî, alî li ser berbijarîya Elî Zeydî hevbîrin."

"Hebûna birêz Nêçîrvan Barzanî li Bexda dê nêzîkbûna Hewlêr ji Bexda bihêz bike û pirsgirêkên ku di navbera Bexda û Hewlêr de hene werin çareser kirin, ev jî dê rêya avakirina hikûmeta nû û destnîşankirina wezîrên kabîneyê asantir bike.," Hindawî got.

Ebduzahra El-Hindawî
Ebduzahra El-Hindawî

Ser hewildanên Serokwezîrê kandîkirî jî, Hindawî got "Li Bexda trafîka hevdîtinan bilez dimeşe û tê çaverêkirin ku di çend rojên kêm de dê navên wezîrên kabîneya nû werin pêşkeş kirin û di parlemenê de deng li ser were dayîn."

Şirovekarê siyasî yê naskirî Dr. Ehmed Şerîfî dibêje "Pirs bi niyetpakîyê ve girêdayî ye, pir caran niyetpakî heye lê bicihanîn zehmet e, dibe ku niyeta birêz Elî Zeydî baş be lê li hember bicihanîna wan sozan dê bêencam be li hember herêmê."

"Ji ber ku soz û peyamnên ku ji bo Herêma Kurdistanê berê jî hatine dan û hatine ceribandin, ligel Kazimî, Sûdanî û Ebadî û zelal bû ku nikarîbûn wan sozan ji bo herêmê bicî bînin."

Şerîfî sedemên ku pirsgirêk di navbera Bexda û Hewlêrê de çareser nabin, bi paşgiriyê ve girêdayî ye "Ji ber ku nêrîna çarcoveya Hemahingîyê li hember Herêma Kurdistanê heman nêrîna Îranê ye, Îran Herêma Kurdistanê û Îmaratên Erebî gef li ser hebûna xwe li herêmê bi giştî dibîne."

Dr. Ehmed Şerifî
Dr. Ehmed Şerifî

Şerîfî weha dibîne ku bandora Îranê bihêze li ser çaresernebûna pirsgirkêkan di navber hikûmeta fedral û hikûmeta herêma Kurdistanê de "her wextekê ku Hewlêr û Bexda nêzîkî çareserîyê dibin, rolê Îranê diyar dibe û helwesta Çarçoveya Hemahengiyê tê guhertin û pirsgirêk çareser nabin," Wî got.

Şerîfî serdana vê carê ya Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê bi çend pirsan ve girê dide û dibêje; "Zeydî dikare êrîşên grûpên çekdar yên ser herêma Kurdistanê rawestîne...helbet na! Zeydî dikare rêgirtina mafên tam yên destdûrî yên ku mafên herêmek fedral in berde? Helbet na, Ew ê nikar be..," Şerîfî got.

Şirovekar Ehmed Şerîfî çareserîya yasaya Neft û gazan weke mînak tîne û dibêje; Ew yasya ev demek dirêje nîqaş li ser e, teheda dikim ku Zeydî ji ber bandora Îranê bikare yasaya neft û gazan çarerser bike.

Barzanî ligel piranîya hêz û alîyên siyasî yên Îraqî hevdîtin çêkirin, Ofîsa Serokwezîrê Mihemed Şia Sûdanî li ser hesaba X'ê nivîsand " Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî pêşwazîya Serokê Herêma Kurdistana Îraqê, Nêçîrvan Barzaniyê, kir. Di hevdîtinê de rewşa giştî ya welêt û nirxandina hewldanên ji bo avakirina hikûmeta nû hatin nîqaşkirin, bi tekezî li ser pêwîstîya lezandina avakirina hikûmetê rawestîyan."

Barzanî serdana Serokê parlamana Îraqê Heybet Helbûsî, Serokwezîrê berê Nûrî Malikî û aliyên din ên Şî'a û Sûnîyan kir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG