Lînkên eksesibilîtî

Ajotvanekî Otomobîla Xwe Ajot Nav Sîvîlan, bi Dehan Kes Birîndar Bûn


Polîsên Îspanî radigihînin ku ajotvanekî otomobîla xwe li bajarê Barselona ajot nav bi dehan sîvîlan û jimareke ji wan birîndar kirin.

Polîsan bûyer li ser Twitterê wek "rûdaneke mezin" bi nav kir. Karbidestên hawarçûnê jî bang li hemwelatîyan kir ku nêzîkî devera Placa Catalunya nebin û daxwaza daxistina îstasyonên metro û trenê kirin.

Rojnameya El Pais ragihand ku ajotvan bi lingan ji cîhê bûyerê revîya.

XS
SM
MD
LG