Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Îraqê Seredana Fransa Dike


Barham Salil Serokomarê Îraqê
Barham Salil Serokomarê Îraqê

Serokomarê Îraqê Barham Salih Duşemê bi seredanek du rojî ya fermî ber bi Fransa birêket, ewê li gel berpirsên Fransa li ser ewlekariya li herêmê û şerê li dij gruba Dewleta Îslamê DAIŞê danûsetendinan encam bidin.

Salih Duşemê bo nanê nîvro dê bi serokê Fransa Emmanuel Macron re rune û tê texmînkirin ku ewê li ser welatiyên Fransî yên ku tevlî DAIŞê bûne li Îraq û Sûriyê û vê dawiyê ji aliyê hevpeymaniya Amerîka serokatiya wê dike hatine girtin danûstandinan encam bidin.

Amerîka bang li welatan kir bû da ku welatiyên xwe yên di nava DAIŞê de şer dikir vegerînin. Helwesta fermî ya Fransa ji aliyê wezareta derve ya Fransa hat dayin û da xûyakirin ku çekdarên Fransî yên "terorist", li koderê tawan kirine divê li wê derê bihên dadgehkirin.

Serokatiya Fransa da zanîn ku ew tekezê li ser piştevaniya Îraqê dikin da ku bikare li hember arêşên ewlekarî û tenahiyê xwe ragire, herwiha Fransa desthilatek gelemperî li Îraqê û avedankirina wî welatî destek dike.

XS
SM
MD
LG