Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îraqê Serdana Îranê Dike


Barham Salih
Barham Salih

Serokê Îraqê Berhem Salih îro Şemiyê bo serdanekê çû Îranê.

Serdana wî tê du hefteyan piştî sepandina cezayên abûrî ji aliyê Amerîka ve.

Salih soz dabû ku pêwendiyan li gel Îranê pêş bixe.

Ji sala 2003an ve Îranê serdestiyek li Îraqê heye û hêvî dike ku piştî cezayan jî niftê bifroşe Îraqê.

Îraq bazara duyem a herî mezin ji bo Îranê piştî Çînê, ji kirîna xwarin û maşînan bigir ta elektirîk û gaza xweristî.

Di axaftineke hevbeş de piştî kombûna wan, serokê Îranê Hesen Rûhanî got wan bilindkirina asta bazirganiya elektrîkê û berhemên niftê gotûbêj kir.

Wî got wan her wiha projeyên hevbeş ên niftê û çakirina veguhestina di navbera herdû welatan de gotûbêj kirin.

Di sala 2017an de, bazirganiya di navbera Îran û Îraqê de 7 milyar dolar bû, û wan soz daye ku îsal wê bikin 8.5 milyar.

Rûhanî got renge ew bigihe 20 milyar dolar salê.

XS
SM
MD
LG