Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îraqê li gel Şahê Erebistana Saudî Kom Dibe


Serok Berhem Salih li gel Serokê Îranê Hesen Rûhanî
Serok Berhem Salih li gel Serokê Îranê Hesen Rûhanî

Şahê Erebistana Saudî Salman pêşwaziya serokê Îranê Berhem Salih kir, piştî rojekê ji serdana wî ya Îranê.

Serdana Salih a herdû welatên rikber li dû hev, diyar dike ku Îraq hewil dide balansê têxe pêwendiyên xwe li gel van herdû welatên ku her yek ji wan dixwaze li herêmê desthilatdar be .

Salih îro Yekşemê li firokxaneya Riyadê ji aliyê berpirsên radebilind ve hat pêşwazîkirin.

Şah Selman firavînek ji bo serok Salih li dar xist û jimarek mîr û wezîr lê amade bûn.

Ajansa Erebistana Saudî ya nûçeyan agahiyên kêm li dor axaftina herdû serkirdeyan belav kirin.

Roja Şemiyê, Salih li Tehranê bû û soz da ku pêwendiyên bazirganî li gel Îranê pêş bixe.

Serdanên Salih tên piştî du hefteyan ji sepandina cezayên Amerîkî li dijî Îranê.

XS
SM
MD
LG