Sîyasetvanê Kurd Berhem Salih di gera duyê ya dengdana parlamana Îraqê de wek serokmarê nû yê wî welatî hate hilbijartin.
Salih berê jî wek serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cîgirê serokê Îraqê xizmet kiribû.
Hêjayî balkişandinê ye ku ji sala 2003’an vir ve sê postên herî bilind li Îraqê ji alîyê Şîa, Sunnî û Kurdan ve tê dabeş kirin: serokomar Kurd, serokwezîr Şîa û serokê parlamanê jî Sunnî ye.