Serokomarê Îraqê Berhem Salih li Enqerê bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re civî.
Salih ligel şandeya xwe li Balefirgeha Esenboga ya Enqerêyê ji alîyê Wezîrê Enerjî û Çavkanîyên Xwezayî Fatîh Donmez ve hate pêşwazî kirin. Dû re, Salih ji alîyê Erdogan ve li Qesira Serokwezîrîyê hate pêşazî kirin.
Her du serokomar di hevdîtinê de ser çend xalên wek têkilîyên sîyasî, aborî û civakî peyîvîn û mijara berdana av û kêşeya şerê Sûrîyê gotûbêj kirin.
Medyaya Tirkîyê di vê hevdîtinê de bala xwe zêdetirîn da ser mesela “terorê” û got ku daxwazên Tirkîyê ji Salih pirtir li ser wê mijarê bû.
Rojnamevan Kemal Avci hatina Salih bo pêşveçûna peywendîyên Tirkîyê û Îraqê girîng dibîne, lê dibêje yê girîng ewe ku Salih têkilîyên Tirkîyê û Herêma Kurdistana Îraqê û Rojava jî paş guh neke.
“Nêrînên Tirkîyê yên hember Kurdan jixwe dîyar e û armanca wê ew e ku Kurd nebin xwedîyê statuyekê. Dema referanduma serxwebûnê de me ev baş dit. Dîsa li hember Rojava jî Tirkîyê ev hewildan derxist pêş. Salih çiqas serokomarê Îraqê be jî, berî her tiştî Kurd e. Pêwîst e ku mafên Kurdan jî biparêze. Ev daxwaza Kurdan ji Salih e.”
Avci dîyar dike ku divê pirsa Kurdî di tixubên terorê de neyê dîtin.