Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Tirk Rêdeçûna Parêzaran ya Ber bi Enqerê Asteng Kir


Polîsên Tirk îro Duşemê rêdeçûna bi dehan parêzar ya ber bi paytexta Tirkîyê, Enqerê asteng kir, ku ew jibo proteskirina pêşnîyareke nû ya hikûmetê dimeşîyan.

“Meşa me ya ber bi Enqerê, bê sedemeke rewa û bi awayê bi tevahî neqanûnî hate asteng kirin,” Erînc Sagkan yê serokê baroya Enqerê ji nûçegîhanan re got.

Baroyên Tirkîyê bawer dikin ku bi vê pêngava nû, hikûmet dixwaze wan bêdeng bike ku rexne li desthilata sîyasî nekin.

Piranîya baroyên li Tirkîyê rexnegirên hikûmetê û polîtîkayên wê yên binpêkirina mafên mirovan in. Nûnerên baroyan bawer dikin ku bi zindankirina avuqatan, astengkrina mafê berevanîyê û nemana bawerî ligel dadweran û pûçkirina rola dozgeran, sîstema dadwerîyê li Tirkîyê ketiye nav krîzeke kûr.

Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî gotibû ku hikûmet bi guhertina qanûna parezerîyê dixwaze baroyan qedexe bike û çend baroyên nû ava bike.

Aydin îdia kiribû ku hikûmet dixwaze baroyên ku parêzerên mafê jin, zarok, civak, hemî mafên mirovan in, bêdeng bike.

XS
SM
MD
LG