Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Enqerê Meşa Baro û Hiqûqnasan Hate Asteng Kirin


Meşa baroyan ya bi navê “Meşa Parastinê û Dadê” li Enqerê hate asteng kirin. Jibo vê meşê serokên 80 baroyan îmza da û 55 serokên baroyan jî heta Enqerê meşîyan.

Roja Duşemê li pêşîya meşa baroyan astengî hate derxistin, roja Sêşemê jî polîsan serokên baroyan xistin bin ablukayê û ligel wan hevdîtin bi tevahî qut kirin. Hêzên ewlekarîyê bi çapemenîyê re jî hevdîtina wan asteng kir.

Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) bi hevre dixwazin ku vê heftê pêşnîyarqanûneke nû bînîn meclîsê û sazîyên baroyan û pîşesazîyan biguherînin. Jiber ve jî serokên baroyan dijî vê pêşnîyarê derketin û jibo ku ev neyê meclîsêl roja Înê dest bi meşeke kirin û ber bi Enqerê ve meşîn.

Hemû baro roja Duşemê li ser rêya Eskîşehîrê derbazoka Enqerê de xwestin werin ba hev û heta navenda Enqerê bimeşin. Lê hêzên ewlekarîyê destpêka serê sibê heta şevê jî li pêşîya wan astengî derxistin. Polîsan hem destûr nedan ku parêzer bimeşin hem jî êrişî wan kirin.

Îsmal Elîk
Îsmal Elîk

Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elik ji Dengê Amerîka re got ku armanca wan tiştekî aştîyane ye.

“Desthilatî dixwaze ku ji me tiştekî nepirse û li gor serê xwe di qanûna baro û parêzvanîyê de guhertinan çêke. Em jî vê yekê dijî demokrasîyê dibînîn û bertêk nîşan didin.”

Serokê Baroya Şirnaxê Nûşîrevan Elçî jî dibêje ku ev meş jibo hemû kesan e.

Noşîrevan Elçî
Noşîrevan Elçî

“Ev meşa me tenê jibo me ye, lê bo hemû dad û demokrasîya Tirkîyê ye. Em li Bakurê Kurdistanê grubek hatin vê derê, li rê tu astengî çê nebû, lê aniha li vê derê astengîyên herê mezin derxistin pêşîya me. Ev jî rewşa Tirkîyê pir baş nîşan dide.”

ED_06_23_2020_Enqere_Serokên_Baroyan
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:40 0:00

XS
SM
MD
LG