Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Daxuyanîya Salvegera Tevkujîya Ermenîyan Dijî Baroya Amedê Lêpirsîn Hate Vekirin


Serdozgerîya Amedê jiber daxuyanîya salvegera bûyerên sala 1915’an ya Ermenîyan, li Baroya Amedê lêpirsînek vekir.

Baro di daxuyanîya bîranînê de bang li dewletê kiribû ku rûqalê bi sucê li gelê Ermenîyan hatîye kirin bibe û rastîyan derxe holê.

''Peyv ne girînge ka tehcir e, êşa mezin e an jenosîd e. Jiber ku tu peyv nikare êşa gele Ermenî siviktir bike.''

Nahît Eren
Nahît Eren

Hêjayî gotinê ye ku ji sala 2016’an vir de jiber daxuyanîya bîranîna tevkujîya Ermenîyan li Baroya Amedê doz vedibin.

Serokê nû yê Baroya Amedê Nahît Eren destnîşan kir di dema Tahir Elçî de ew jî di rêvebirîyê de bû û doza wê demê veibû hin didome.

''Mîsyona Baroya Amedê dîyar e. Ti caran ji doz û lêpirsînan paşde gav navêje. Emê jî mîsyona baroyê bidomînin,'' Eren got.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:24 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG