Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Baroya Amedê Hember Dozger û Dadwerên ku Mizrakli Ceza Kirin, Gilî Vedike


Bajarvanê berê yê Amedê Selçuk Mizrakli do Duşemê bi îdiaya "endamtîya rêxistina terorê" bi 9 sal û 4 meh cezayê zindanê hatibû mehkûm kirin.

Mizrakli ser îfadeyên îtirafkareke, ku ji PKK'ê revîbû, hatibû girtin û jiber endamtîya KCD û rêvebirîya Komela Sarmaşikê ya ku alîkarîya mirovên xizan dikir, dihat darizandin.

Baroya Amedê û çar rêxistinên mafê mirovan, bi daxuyanîyeke hevpar ragihand ku ewê hember heyeta dadgehê gilî li Desteya Bilind ya Dadger û Dozgeran (HSYK) bikin.

"Êdî fezlekeyên ku ji alîyê polîs û cendermeyan ku li dijî pîvanên hiqûqê tên amadekirin, dozger weke îdianame bi kar tîne. Êdî ew fezleke encama dadgehan dîyar dikin. Êdî pêdivî bi dadgehan jî nemaye. Îro mekanîzmaya dadgerîyê, dadmendî ji xwe re nake xem. Li gor kêfa xwe biryaran didin."

KHF_Baro_Cezakirina_Mizrakli_03_10_2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:58 0:00

XS
SM
MD
LG