Pêşnîyarqanûna AKP’ê û MHP’ê ya bi navê “Baroyên Pirhejmarî” di meclîsa Tirkîyê de bi dengên her du partîyan derbaz bû û bû qanûn.
Yektîya Baroyên Tirkîyê û 80 baro dijî vê pêşnîyarê derketin, opozîsyonê jî dengê “na” da lê dîsa jî ev qanûn hate pejirandin.
Di hilbijartina elektronîk de 417 parlamanter beşdarî hilbijartinê bûn, ji van 251 parlamanter dengê “erê” û 163 parlamanter jî dengê “na” dan.
Dema qanûn bikeve jîyanê êdî li Stenbol, Enqer û Îzmîrê ji yekê zêdetir baro dê bikaribin werin damezirandin.
Serokên baroyan jibo ku desthilata sîyasî vê pêşnîyarê paşve bikişîne heta Enqerê meşîn û li Enqerê jî û rastî êrîşî polîsan hatin.
CHP dibêje ewê jibo betalkirina vê qanûnê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bide.
Êdî li Tirkîyê di rêxistinbûna parêzeran de dê rewşeka çawa derkeve holê?
Rêvebirê Baroya Amedê Muhlîs Ogurgîl ji Dengê Amerîka re got ku ev demek e hiqûq di nav tengahîyeke de derbaz dibe.
“AKP û MHP bi qanûna nû dê bandora xwe pirtir li ser hiqûqê dînin. Li gor vê qanûnê, du hezar parêzer dikarin îmza kom bikin û baroyeke nû ava bikin ku ew jî şaşîyeke mezin e.”
Li gor hin kesan baroyên pirhejmarî wê rê li ber hin xeterîyan vekin û ser bingeha etnîsîte, ol û bawêri baroyên nû bikarin werin damezirandin.
Ugurgul vê yekê rast nabîne û dibêje ku hiqûq jibo hemû kesan e û berjêwendîyên giştî diparêze.
“Heke baro li gorî etnîsîte û bawerîyan werin damezirandin, hiqûq wê têk biçe, lê mixabin qanûna nû rê li ber wê yekê vedike.”