Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Baroya Ruhayê Derbarê Lêpirsîna Dijî Wan Agahîyan Dide


Serdozgerîya Komarî ya Ruhayê derheqa serokê Baroya Ruhayê Abdullah Oncel û 24 parêzeran de, bi sedema şikandina qanûna meş û xwepêşandanan lêpirsînek vekir.

Oncel lêpirsînê wek bêhiqûqiyek bi nav kir. “Li cîyê ku hiqûq hebe, dijî çalakîyeke protestoyî ku bi aramî derbaz bûye, lêpirsîn nayê vekirin. Ev sosretî ye''

Oncel da zanîn ku lêpirsîn jibo çalakîya bo piştgirîya serokên baroyan hatiye vekirin.

Hêjayî bîrxisitinê ye serokên baroyan dijî guhertina zagonan baroyan ji bajarê xwe heta bajarê Enqerê meşîyan û dema xwestibûn li ber parlamanê çalakîya rûniştinê bikin, çend serokên baroyan hatibûn desteser kirin.

Baroya Ruhayê jî jibo şermezarkirina desteserkirina serokên baroyan li Ruhayê daxuyanî dabûn û çalakîya rûniştinê li dar xistibûn.

KHF_10_08_2020_Baroya_Ruha
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:33 0:00

XS
SM
MD
LG