Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barrack Dibêje Ew bi Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed re Civîyaye

SDF Flag
SDF Flag

Şanderê taybet ê Amerîka bo Sûrîyê Tom Barrack ragihand ku ew îro bi fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed, hevseroka peywendîyên derve ya rêveberîya xweser a bakur û rojhilatê Sûrîyê re kom bûye.

Tom Barrack li ser platforma X’ê got,” Em bi rûmet bûn ku îro bi general Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed re civîyan.”

Barrack anî ziman ku “Amerîka piştgirî û pabendbûna xwe ya xurt nîşan da ji bo pêşvebirina pêvajoya entegrasyonê ya ku di peymana 18'ê Çile de di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk û hikûmeta Sûrîyê de hatiye erêkirin.

“Hemû alîyan li hev kir ku gava yekem a bingehîn parastina tevahî ya agirbesta heyî ye, di demekê de ku em bi hev re tedbîrên avakirina bawerîyê ji her alî ve destnîşan dikin û bicîh tînin da ku bawerî û aramîya mayînde xurt bikin,” Wî got.

Di van çend rojên borî de di encama êrîşên hêzên girêdayî hikûmeta demkî li herêmên ku di bin desthilatdarîya HSD’ê de bû, bûn sedema girjî û alozîyên tund li wê herêmê û her wiha hejmarek rûniştvanên wan navçeyan derbider bûn.

XS
SM
MD
LG