Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tom Barrack Pêşwazîya Germ a Agirbesta Helebê Dike

Şanderê Taybet ê Amerîka bo Sûrîyê Tom Barrack îro Înê di daxuyaniyekê de got ku "Amerîka bi germî pêşwaziya agirbesta demkî ya ku duh şev li taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê pêk hatî dike û hemî aliyan pir spas dike- hikûmeta Sûriyê, Hêzên Sûrîya Demokratîk, deshilatdarên xwecihî û serkirdeyên civakê - ji bo aramî û niyaza baş a ku ev rawestana şer pêk anî."

Barrack li ser platforma X’ê anî ziman ku” bi hevkariya domdar û bi kerema Xwedayê Yekane ku hemî civakên me rêzê lê digirin, em hêvî dikin ku dawiya hefteyê aramiyeke domdartir û diyalogeke kûrtir bîne.”

“Di demên alozîyan de, pir caran zelaliyeke nû derdikeve pêş. Ev agirbest karê girîng ê rêberiya rêyên cihêreng ên Sûriyê - civakên wê û welatên cîran - li ser rêyeke hevpar û yekane ber bi ewlehî, tevlêbûn û aştiya mayînde ve, dest pê dike. Dê Astengî hebin, lê rêya me ya hevbeş hevkariyê dixe pêş pevçûnê,” Barrack got.

Şanderê Amerîkî bal kişand ser wê yekê ku,”em bêrawestan dixebitin da ku vê agirbestê û giyanê têgihîştinê ji bo piştî dema diyarkirî ya demjimêr 9ê sibê were dirêjkirin.”

XS
SM
MD
LG