Şanderê Amerîka bo Sûrîyê Tom Barrack anî ziman ku ew li ser navê serok Donald Trump û wezîrê derve Marco Rubio, bi serokê Sûrîyê Ehmed Şar’i, wezîrê derve Es’ed Şîbanî û endamên tîma wan re li Şamê civiya ye da ku li ser pêşketinên dawî yên li Helebê û rêya berfirehtir a veguhestina dîrokî ya Sûrîyê nîqaş bikin.
Barrack li ser platforma X'ê got,”Serok Trump vê gavê wekî derfeteke girîng ji bo Sûrîyayeke nû - neteweyeke yekgirtî ku tê de bi rêz û hirmet danûstandên li gel hemû civakan dibe, di nav de jî Ereb, Kurd, Durzî, Xiristiyan, Elewî, Tirkmen, Asûrî û yên din, û beşdariyeke watedar di saziyên rêveberî û ewlehiyê de peyda dibe. Bi naskirina vê derfetê, ew razî bû ku cezayan rake da ku "derfetekê bide Sûriyê" ku pêşde biçe.”
“Hikûmeta Amerîkayê pêşwaziya veguhestina dîrokî ya Sûrîyê dike û piştgiriya hikûmeta Sûrîyê bi serokîya Ehmed Şar’i dike, dema ku ew ji bo aramkirina welêt, nûavakirina saziyên neteweyî û pêkanîna hêviyên hemû Sûrîyan ji bo aştî, ewlehî û serfirazîyê dixebite,” Wî got.
Barrack ku her wiha bayozê Amerkayê ye li Tirkîyê nîşan bi wê yekê da ku”Amerîka demeke dirêj e ku piştgirîya hewildanên ji bo têkbirina Daişê û pêşxistina aramiyê li Sûrîyê dike, bi rêya Operasyona Inherent Resolve (OIR) û hevkariya me bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), ku fedakarîyên wê roleke girîng di bidestxistina destkeftîyên mayînde yên dijî terorê de, lîstine.”
Dîplomatê Amerîkî got,”Di vê çarçoveyê de, hikûmeta Sûrîyê pabendbûna xwe ya bi peymana tevlêbûnê ya Adara 2025'an a bi HSD'ê re ji nû ve piştrast kir, ku çarçoveyeke ji bo tevlêkirina hêzên HSD'ê di nav saziyên neteweyî de bi awayekî peyda dike ku mafên Kurdan biparêze û yekîtî û serwerîya Sûrîyê xurt bike.”
“Geşedanên dawî yên li Helebê ku xuya dikin şertên vê peymanê dixin ber pirsê, pir xemgîn in. Em ji hemî aliyan dixwazin ku xweragirîya herî zêde nîşan bidin, demûdest dijminatîyê rawestînin û li gorî peymanên 10'ê Adara û 1'ê Nîsana 2025'an ên di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSD'ê de vegerin diyalogê. Tundûtûjî metirsîya têkbirina pêşketina ku ji hilweşîna rejîma Esed ve hatî bidestxistin heye û destwerdana derveyî vedixwîne ku xizmeta berjewendiyên ti alîyekî nake,” Barrack got.
Wî her wiha anî ziman ku “Tîma wezîr Rubio amade ye ku ji bo pêşvebirina pêvajoyeke tevlêbûnê ya berfireh û berpirsiyar - ku rêzê li yekîtîya Sûrîyê bigire, prensîba dewleteke yekgirtî ya serwer bigire û piştgirîya armanca artêşeke neteweyî ya rewa bike - da ku têkilîyeke avaker di navbera hikûmeta Sûrîyê û HSDê de hêsan bike.”
“Armanc Sûrîyeke serwer û yekgirtî dimîne - ku bi xwe û cîranên xwe re di aştiyê de be - ku tê de wekhevî, edalet û derfet ji bo hemî gelên wê peyda bibin,’ Wî got.
Em bang li cîranên Sûrîyê û civaka navneteweyî dikin ku piştgirîya vê nerînê bikin û hevkarî û alîkarîya pêwîst peyda bikin da ku ew bibe rastî.