Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûniştina Êrêkirina Dadwer Barrett li Civata Senatoran Didome


Amy Coney Barrett
Amy Coney Barrett

Peyvajoya li Civata Senatoran ya Amy Coney Barrett, ku ji alîyê Serok Donald Trump ve bo Dadgeha Qanûna Bingehîn wek berbijar hatibû raber kirin, destpê kir.

Komîteya Dadê ya Civata Senatoran îro rûniştina bi çar rojan ya bo pejirandina Barrett vekir û serokê rûniştinê pêşbînî kir ku dê bibe "hefteyeke dirêj".

Rûniştina jibo êrêkirina Barrett bi daxuyaniyên vekirinê yên senatoran destpê kir.

Barrett bixwe jî piştî axaftinên 22 endamên komîteyê wê daxuyanîya xweya vekirinê bike û ewê Sêşem û Çarşemê rûbirûyê pirsên senatoran bimîne.

Hevdem, Demokratan vê pêngava Komarîyan ya bi armanca erêkirina Barrett ya berîya hilbijartinê şermezar dikin.

Demokrat bi tundî dijî Barrett in jiber ku pejirandina wê balansa Dadgeha Qanûna Bingehîn ya bi 9 endamam bi giranî biguherîne û 6 endam wê têkeve destê konservatîfan.

Demokrat di xemê de ne ku ew rewş bibe sedema pûçkirina biryarên wek mafên beravêtina zarokan (kurtaj) û mafên olî û rakirina çekan berfirehtir bike.

Komarî di Civata Senatoran ya bi 100 endamî de, bi 53 kursîyan xwedîyê piranîyê ne, jiber vê yekê li ber e pejirandina Barrett bê problem bi dawî were.

Barrett bawermendeke Katolîk e û wê berê jî dijberîya xwe ya di derbarê mafên beravêtina zarokan anîbû ziman.

Çalakvanên konservatîf yên Krîstîyan hêvî dikin ku Dadgeha Qanûna Bingehîn, zagona bi navê Roe v. Wade ya 1973'an betal bike ku mafê kurtajê li seranserî welêt qanûnî kiribû.

Rûniştin bo pejirandina berbijerîya Barrett ya wek endama dadgehê, berî dengdana herî dawî ya Civatan Senatoran qonaxeke girîng e.

Hejayî balkişandinê ye ku ger Barrett di Civata Senatoran de were pejirandin, ewê dirêjîya jînê li ser wî karî bimîne.

XS
SM
MD
LG