Lînkên eksesibilîtî

Barzanî: Kesek Serxwebûnê Wek Dîyarî Nade Me


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Zaxo li hember girseyeke mezin derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê peyîvî.

“Du rê li pêşîya me hene: Yan bindestî yan jî serxwebûn. Heta alternatîfeke baştir nebe, referandum de neyê paşxistin.

Barzanî da zanîn ku piştî hilweşîna desthilata Saddam, Kurd bi dilxwazî xwest ku li Îraqeke yekgirtî û wekhev bimînin, lê di demên borî de eşkere bûye ku Bexda bi rêka karanîna piranîya sîyasî mafên Kurdan asteng dike.

Wî dîyar kir ku şandeyeke ji nûnerên Neteweyên Yekbûyî, Koalîsyona Navnetewî û Amerîkî planeke nû pêşkeşî Kurdan kir û ger alternatîfên baş ji wan re neyê dayîn, ewê referandumê paş naxin.

Barzanî got ku ew amade ne hemî berdela pêdivî ya bo serxwebûnê bidin jiber ku kesekî wek dîyarî serxwebûnê nade wan.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG