Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê ligel fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kom bû.
Di civîna ku li Hewlêrê pêk hat de, rewşa dawî ya Rojava û Sûrîyê hate gotûbêjkirin, li gor daxuyanîyeke Serokatîya Herêma Kurdistanê.
"Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser berdewamîya hewl û têkilîyên xwe bi hemû alîyên peywendîdar re ji bo berdewamîya agirbestê, rawestandina alozîyan û destpêkirina yekser a gotûbêjan di navbera HSD û Şamê de kir. Herwiha giringîya dabînkirin û parastina mafên Kurd û hemû pêkhateyên din di Sûrîyeke yekbûyî de dûpat kir," daxuyanîyê got.
Serokatîya Herêma Kurdistanê da zanîn ku, "rêzdar Mezlûm Ebdî, ligel pêşkêşkirina geşedanên dawî yên rewşê, spasîya Serok Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê û hewlên wan ji bo aramkirina rewşê û çareserkirina pirsgirêkan kir."
"Ebdî herwiha tekezî li ser amadebûn û daxwaza wan ji bo çareserkirina aştîyane ya pirsgirêkan li ser bingeha dabînkirina mafên gelê Kurd di Sûrîyeke yekbûyî de kir," daxuyanîyê ragihand.
Ji bilî van mijaran, metirsî û gefên jinûvederketina Daişê û bandorên wan li ser aramîya Sûrîyê û herêmê bi giştî xaleke din ya civîna herdu alîyan bû.
Ebdî ligel şandekê li Herêma Kurdistanê ye ji bo hevdîtinên ligel karbidestên Herêmê û nûnerê taybet yê Amerîka bo Sûrîyê Tom Barrack.