Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barrack û Barzanî Derbarê Rewşa Sûrîyê Kom Dibin

Wêne: Baregeha Barzanî
Wêne: Baregeha Barzanî

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û serokê Partîya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî îro Şemîyê pêşwazî li şanderê taybet yê Amerîkayê bo Sûrîyê Tom Barrack kir.

Di civînê de herdu alîyan behsa rewşa Sûrîyê û pêşhatên dawî li wir kirin, li gor daxuyanîyeke Baregeha Barzanî. Di kombûnê de tekezî li ser pêwîstîya vegera bo diyalog, têgihiştin û rêkên aştîyane hate kirin ji bo gihîştina çareserîyan.

Barzanî di kombûnê de spasîya rola Amerîkayê kir ku hew dide alîkarîya alîyên Sûrî bike da ku bigihêjin çareserîyan. Barzanî herwiha tekezî li ser girîngîya misogerkirina mafên gelê Kurd di siberoja Sûrîyê de kir, li gor daxuyanîyê.

Di civînê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî amade bû.

Ev serdana Barrack di demekê de tê ku şer û pevçûn li hinek deverên rojhilatê Helebê didomin, tevî ragihandina Hêzên Sûrîya Demokratîk ya vekêşana şervanên wê ji deverên Dêr Hafir û Meskenê.

XS
SM
MD
LG