Balyozxaneya Amerîkî li Sûrîyê di daxuyanîyekê de ragihand ku şanderê Amerîkî bo Sûrîyê Tom Barrack û serokê Partîya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî di peywendîyeke telefonî de pêşketinên dawî li Sûrîyê Û Îraqê gotûbêj kirine.
Balyozxaneyê li ser platforma X’ê posteke şeva borî ya Şander Barrack weşand ku tê dibêje, wî "Îşev bi rêzdar Mesûd Barzanî re peywendîyeke telefonî ya berhemdar hebû ji bo gotûbêjkirina pêşketinên li Sûrîyê, girîngîya parastina agirbestê û misogerkirina gihandina alîkarîyên mirovî ji bo kesên hewcedar, bi taybetî li Kobanîyê.”
“Di derbarê Îraqê de, helwesta Amerîkayê zelal dimîne: Hikûmeteke ku bi piştgirîya Îranê were damezrandin, ne di pêkanîna hêvîyên Îraqîyan û ne jî di avakirina hevkarîyeke bibandor bi Amerîkayê re, dê serkeftî nebe," Şanderê Amerîkî got.
Baregeha Barzanî jî li ser rûpela xwe ya Facebookê behsa vê peywendîya telefonî kir û piştrast kir ku tê de, “rewş û pêşhatên dawî yên herêmê bi giştî û yên Sûrîyê bi taybetî hatin gotûbêjkirin.”
“Herdu alîyan tekezî li ser girîngiya berdewamî û parastina agirbesta ku di navbera HSD’ê û hêzên hikûmeta Sûrîyê de heye, kir. Herwiha bal kişand li ser girîngîya mijara gihandina alîkariyên mirovî bo Rojava û bi taybetî Kobanîyê û piştrastkirina berdewamîya gihandina wan alîkariyan,” Baregehê got.