Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mesûd Barzanî: Ev Êrîş Şerxwazî û Binpêkirina Mafên Welatîyan in

Serokê berê yê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî
Serokê berê yê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî

Serokê berê yê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî behsa êrîşên vê dawîyê yên li ser Herêma Kurdistanê kir û got ku Herêma Kurdistanê her tim hewil daye ku pirsgirêkan bi awayekî aştîyane çareser bike.

Di peyama xwe ya roja Şemîyê de, Barzanî ku di heman demê de serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK)ê ye, bal kişand ser çanda aştî û jiyana hevbeş a gelê Kurd û got ku ew qet bi şer re nebûne, tenê xwe û mafên xwe parastine.

Digel alozîyên li herêmê û armanckirina Herêma Kurdistanê ji alîyê Îran û kirêgirtiyên wê ve li herêmê, Barzanî got, "Niha û berê jî, me her tim hêvî dikir ku hemû pirsgirêk bi rêya aştîyê çareser bibin, ji ber ku şer her tim wêranker e."

"Pir ecêb e ku hin kom û partî di bin navê berxwedanê de û bi hincet û dirûşmeyên bê bingeh; destûrê didin xwe ku êrîşî sivîlan û binesazîya aborî ya Herêma Kurdistanê û baregehên Pêşmergeyan bikin,” Barzanî got.

Wî anî ziman ku "Pêşmerge qet zilm ji tu alîyekî qebûl nekirîye. Ev kom nikarin şer bifroşin û aramîya Herêma Kurdistanê û ewlehîya welatîyan têk bibin."

Wî bang li hikûmet, parleman û partîyên siyasî yên Îraqê kir, "bi taybetî di çarçoveya hevrêziyê de", ku hewlek rastîn bidin da ku van êrîşan rawestînin.

Di 28ê Sibatê de, Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê operasyon dan destpêkirin da ku rê li ber tevgerên wê yên êrîşkar li herêmê bigirin û şiyana wê ya gihîştina bernameyên navokî û mûşekan sînordar bikin.

Gelek rêberên payebilind ên Îranê, di nav de Rêberê Bilind Ayetullah Elî Xamineyî, di operasyonê de hatin kuştin. Artêşa Amerîkayê got ku hêza deryayî ya Îranê hatiye tunekirin.

Îran û kirêgirtiyên wê bi sedan êrîşên mûşekî û dronan li dijî welatên herêmê, di nav de jî Herêma Kurdistanê, pêk anîne.

Di êrîşên şeva Şemîyê de sê kes hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG