Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mesrûr Barzanî Bang li Bexda Dike ku Dijî Êrîşa Îranê Helwesteke Tund Nîşan Bide


Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Mesrûr Barzanî êrîşa Îranê ya li Hewlêrê bi tundî şermezar kir.

Barzanî ser êrîşê dîyar kir ku binpêkirina serwerîya Herêma Kurdistanê û Îraqê ye.

‘’Em vê tawana li hember gelê Kurdistanê bu tundî şermezar dikin. Ez ji hikûmeta federal ya Îraqê dixwazim ku dijî binpêkirina serwerîya Herêma Kurdistanê û Îraqê helwesteke tund nîşan bîde’’

Wî got ku divê bîragiştî ya navnetewî dijî êrîşên wisa dengê xwe bilind bike û dîyar kir ku ewê jibo dawî li êrîşan werin peywendîyên navdewletî bidomînin.

Îranê şeva borî bi deh mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrîşa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest dan.

Tehran dîyar dike ku wê jibo ewlekarîya xwe li Herêma Kurdistana Îraqê êrîş biriye ser navenda sîxurîyê ya Îsraîlê.

Jêder: Rûdaw

XS
SM
MD
LG