Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Alîkarîyan Digihîne Rojava


Alîkarîyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Qamişlo
Alîkarîyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Qamişlo

Piştî alozbûna rewşa ewlekarî û zêdebûna êrîşên komên ser bi artêşa Erebî ya Sûrî ser herêmên Kurdan li bakur û rojhilatê Sûrîyê û nebûna pêdivîyên jiyanê yên wek xwarin, dermana û nivînan, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji Herêma Kurdistanê bi şêweyeke lezgîn alîkarî gihandin Rojava.

Îro Pêncşemê Dezgeha Barzanî bi hevkarîya Heyva Sor a Kurdî li bajarê Qamişloyê alîkarîyên weke xwarin, nivîn û sotemenî bi ser malbatan de dabeş kirin.

Serokê Dezgha Xêrxwazî ya Barzanî, Mûsa Ehmed, ji bajarê Qamişloyê Rojava ji Dengê Amerîka "Li ser daxwaza serok Barzanî me demûdest alîkarî bi 120 kemyonan gihandin Rojava."

Ehmed got xelkê Rojava "Weke em li vir dibînin ku di rewşeke gelek xirab de dijîn, ev nexweştirîn rojên jiyana wan in."

Ehmed herwiha got "dema karwanê kemyonên me yên alîkarîyan gihîştin Rojava, pêşwazîyeke germ li me hat kirin, şanda me şandeke qelebalix bû ku ji 150 karmend, 110 kemyonên alîkariyê û 6 ambulansan pêk dihat."

"Jiber ku rêxistinên navnetewî yên Netewên Yekbûyî (UN) li Rojava kêm in, Heyva Sor a Kurdî heye li wê herêmê, lê îmkanên wan jî kêm in û rastî krîza kêm dermanî û pêdivîyên alîkarîya jiyanê xelkê hatine."

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dide zanîn ku wan li roja hevkarî bi Heyva Sor a Kurdî û bingehê NY yekbûyî li Qamişloyê kirîye û alîkarî bi ser kesên pêdivî de dabeş kirine.

Ehmed derbarê Kobanîyê got ku wan plan kirîye karwan alîkarîyê bigihîne Kobanîyê, "Jiber ku em dizanin rewşa Kobanîyê rewşeke gelek giran e.”

XS
SM
MD
LG