Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barzanî û Şer'i Derbarê Rewşa Helebê Axivîn

Wêne: Baregeha Barzanî.
Wêne: Baregeha Barzanî.

Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed el Şer'i îro Înê di peywendîyeke telefonî de rewşa herdu taxên Kurdan li Helebê gotûbêj kir.

Baregeha Barzanî di daxuyanîyekê de got ku herdu alîyan tekezî li ser girîngîya aramî û hevkarîya hevbeş kirin.

Li gor daxuyanîyê, serokê demkî yê Sûrîyê ji Barzanî re got ku "Kurd pêkhateyeke resen û sereke ya gelê Sûriyê ye û tekez li ser pêdagirbûna temamî ya dewleta Sûriyê ji bo garantîkirina hemû mafên neteweyî, siyasî û medenî yên Kurdan ligel pêkhatên din ên Sûriyê bi awayekî wekhev û bê cûdahî kir."

Ji alîyê xwe ve, serokatîya Sûrîyê di daxuyanîyekê de ragihand ku Serok Barzanî di peywendîya telefonî de piştgirîya daxwazên gelê Sûrîyê nîşan da ji bo avakirina dewletekê bo hemû pêkhateyên Sûrîyê.

XS
SM
MD
LG