Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî îro Sêşemê di axaftina televîzyonî de ragihand ku dengên “erê” di referandumê de serketî bûn.
Wî bang li Bexda û welatên cîran kir ku rêz li dengên bi mîlyonan Kurdan bigirin ku roja Duşemê çûbûn ser sindoqan.
“We, gelê Kurdistanê, nehêla ku vîna we were şikandin û niha, dengên we “erê” erêkirina ji serxwebûnê û na ji Enfalê re, êrîşên kîmyayî re û jenosîdê re bû. Em niha ketin qonaxeke nû,” Barzanî got.