Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barzanî Roja Yekê ya Operasyona Mûsilê Girîng Nav Dike


Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî dibêje, di roja yekê ya operasyona Mûsilê de, pêşmerge heta niha 200 km çargoşe dever ji DAIŞ'ê hatiye rizgar kirine.

Barzanî destxistina deverên nû wek qonaxeke girîng di şerê dijî terorê de bi nav kir, lê hişyar kir ku derxistina DAIŞ'ê ji Mûsilê dawî li tundî û tûjîya li Îraqê nayîne.

Barzanî got ku wê hêzên Kurdî nekevin hindurê bajêr, lê zelal nekir ku kî dê deverên ku ketine bin kontrola Kurdan bi rêve bibe.

Karbidestên Kurd berê ragihandibû ku deverên ku wan ji DAIŞê birine wê di bin kontrola wan de bimîne û bibe beşeke Herêma Kurdistanê.

Civata Ewlekarî ya Kurdistanê jî ragihand ku hêzên Kurdî li rojavayê Mûsilê 6 gund rizgar kirine û koalîsyona navnetewî jî bi êrîşên esmanî û topên giran piştgirî dan pêşmergeyan.

XS
SM
MD
LG