Qesra Sipî nameya ku tê îdia kirin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji Serokê Amerîka Joe Biden re şandîye ne qebûl dike ne jî red dike.
"Em li ser hûrgulîyên peywendîyên dîplomatîk yên taybet şîrove nakin," Berdevkekî Qesra Sipî do Çarşemê ji Dengê Amerîka Beşa Kurdî re got.
Nameya îdiakirî ji alîyê rojnamevan Amberin Zaman ya Al-Monitor ve ve eşkere roja Seşême hat eşkere kirin.
Li gor ragihandina Zaman, name di 3'yê Îlonê de ji hêla serokwezîr Barzanî ve hatiye nivîsîn û Yekşema borî hatiye radestî Qesra Sîpî.
Di demekê de ku alozîya di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Bexdayê de gav bi gav kûrtir dibe, jî Biden re rewşa dijwar ya li Herema Kurdstanê rave kiriye.
“Ez ji we re niha di qonaxeke din ya krîtîk ya dîroka me de dinivîsim, ku ez ditirsim ku em di çareserkirinê de pirsgirên me hebin..[Em] di warê aborî de û siyasî de jî xwînê hinda dikin.”
Barzanî hevdem hevdem ser îhtîmala têkçûna rêvebirîya Herêma Kurdistanê jî Biden re xembarîya xwe berçav anîye ziman ku ger kêşeyên Bexda û Hewlerê neyên çareser kirin.
“Ji dema ku ez bûme serokwezîr, cara yekê ye ku fikarên min yên cîdî hene ku ev bizava hovane ya dijî me (…) dikare bibe sedema hilweşîna modela Îraqa Federal ku Amerîkayê di 2003’an de piştgirî da û ji wê demê ve îdia dike ku piştgirî dike," Barzanî di nameya xwe de gotiye.
Serokwezîrê Kurd di berdewamîya nameyê de bandora Amerîka ya li ser Bexdayê destnîşan kiriye û bo çareserîya krîza heyî ji Serok Biden daxwaza destwerdanê kiriye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Pencşemê raporta Al-Monitor bi zimanekî tund red kir.
Cîgirê berpirsê ofîsa medya û ragehandinê ya Hikûmeta Herêmê, Aso Hacî, raport wek “ji rastiyê pir dûr” bi nav kir û got ku raport dijî gelê Kurd û hikûmeta wî ye û beşeke ajandayeke berfirehtir e.
“Nameyek bi vê naverokê ji ti serok yan alîyekî re nehatiye şandin. Ev dijî hebûna qanûnî ya Kurdistanê û serokwezîrê û nûçeyeke nerast ya derewîn e,“ Hacî got.
Hacî bi berdewamî dîyar kir ku wê rastîya ser mijarê di demeke nêz de derkeve hole û yên ku dijmintîyê dikin wê şerm bikin.
“Gelê Kurd û hikûmeta wî wê li ber xwe bidin û her bi hêztir bibin. Hin medyaya Kurdî ku vê mijarê mezin dike û bi sernavên cuda belav dike. Beşek ji heman xebat û rojeva ku dijî gelê Kurd hatiye destpê kirin."
Nûnertîya Hikûmeta Herema Kurdistanê ya li Washington jî, ji Dengê Amerîka re do Çarşem vê ragihand ku ew ji raporta Al-Monitor haydar in.
“Ofîsa me bi rêya dezgehên ragihandinê ji wê raportê haydar bû. Loma, agahdarîya me ya dagirtî tuneye ku em ser şîrove bikin," Dilowan Berwarî, Berpirsê Têkilîyên Giştî û Akademîk li Nûnertîya Herêma Kurdistanê, da zanîn.
Alozîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, di mehên dawî bi bingehîn ser mijarên mîna dabeşkirina bûdceyê, firotina petrolê û kontrola ser hin herêmên kêşeliser zêde bûne.
Herêma Kurdistanê jiber nerazîbûna Bexdayê ya dabeşkirina beşa lihevkirî ya bûdceya Îraqê ji Kurdan re, bi kêşeyên aborî yên giran re rûbirû ye. Loma hikûmeta Herêma Kurdistanê bo mûçeyên karmendên xwe yên xizmetên giştî zahmetîyan dikşîne ku her meh 625 mîlyon dolar hewce dike.
Herwiha, nakokîyên ser firotina petrolê, şer û pevçûnên vê dawîyê ser kontrola herema Kerkûkê jî, tekilîyên di navbera Bexda û Hewlerê de, pirtir aloz û tund dikin.