Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barzanî li Kerkûkê Berevanî li Biryara Referandumê Kir


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di serdana xwe ya bajarê Kerkûkê de, berevanî li referanduma serxwebûnê kir.

Barzanî, ew daxuyanî piştî biryara parlemana Îraqê ya redkirina referendum Herêma Kurdistanê, da û got ku ti nîyeta wan tune ku bi Bexda re şer bikin.

“Em naxwazin bi kesekî re şer bikin, lê ewê heta dawîyê welatê xwe biparêzin. Yên ku êrîşî me bikin, divê li benda bersîva wê bin,” Barzanî got.

Wî dîyar kir ku pêkanîna referandumê li Kerkûkê “bi temamî qanûnî ye” û soz da ku ew bajar dê bi hebûna pêşmergeyan her ewle û parastî bimîne.

Barzanî da zanîn ku ewê ti car dest ji nasnameya Kerkûkê ya Kurdewar bernadin û bi hemî kanînên xwe pêkhatîyên wî bajarî biparêzin.

XS
SM
MD
LG