Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barzanî: Ji Referanduma Serxwebûnê Veger Tuneye


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro Pêncşemê got ku ji referanduma serxwebûna Kurdistanê veger tuneye, lê ew dixwaze bi dîyaloga ligel Bexda û hêzên herêmî bigeheje armanca xwe.

Barzanî ji Reuters’ê re got ku dema serxwebûna piştî 25ê Îlonê ne zelal e, lê ew nikarinj heta dawîya xwe bigirin.

“Ez çaverê me ku dengê “erê” di referandumê de serketî be. Armanca me ya serekî cîhanîna biryara gelê me bi rêkên aştîxwaz û dîyalog e.”

Barzani hikûmeta Îraqê ya bi pêşengîya Şîayan jî tawanbar kir ku şertên rêkeftina ser qanûna bingehîn ya 2013an bi cîh nayîne ku di bin sîsteme federalî de mafên berfirehtir dide Kurdan.

"Ev 14 sal in ku em li bendê ne û tim li ser vê şirîktîyê gotûbêjan dikin. Her carê ji me re dibêjin ku ne demeke baş e! Ez ji dipirsim ku kengî demeke baş e?”

Pispor dibêjin ku referandum dikare bibe pirsgirêke herêmî jiber ku bilî Îraqê, Tirkîye, Îran û Sûrîyê jî xwedîyê nîfûseke mezin ya Kurdan in û dijî Kurdistaneke serbixwe derdikevin.

Di nav Herêma Kurdistanê de Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistan (YNK) û Tevgera Goran jî piştgirîya serxwebûnê dikin, lê dibêjin ku ne şert e ku ew di bin rêberîya Barzanî be.

XS
SM
MD
LG