Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlementera HDPê Başaran Piştî Binçavkirinê Hate Berdan


Parlementera Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Êlihê Ayşe Acar Başaran îro Înê li Enqerê hat binçav kirin. Başaran binçavkirina xwe li ser Twitter'ê ragihand.

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen dîyar kir ku derbarê Başaran'ê de biryar hatiye dayîn ku bi darê zorê be jî, ew here emnîyetê îfade bide.

Başaran paş çend demjimêran piştî ku berevanîya xwe ya nivîskî kir, hate berdan.

Hevserokên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 11 parlementerên HDP'ê girtî ne.

Jibo parlementerên HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û ya Wanê Tuba Hezer jî biryara girtinê hatiye dayîn.

XS
SM
MD
LG