Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamantera HDP’ê Başaran: Wezerata Dadê ji Tendirustîya Girtîyan Berpirs E


Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi daxuyanîke nivîskî dîyar kir ku armanca greva birçîmayînê û rojîya mirînê bi cîh hatiye.

Piştî wê daxuyanîyê li hemû girtingehan hem greva birçîmayînê û hem jî rojîya mirinê hate dawî kirin.

Li girtingehan 200 roj berê grev birçîmayînê destpê kiribûn. Niha arîşeya herî mezin ew e ku tendirustîya wan kesan dî çawa be.

Li navenda giştî ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) jibo çareserkirina tendirustîya kesên ku di greva birçîbûnê de ne, Maseya Krîzê û Navenda Kordînasyona Giştî hate damêzrandin.

Parlamantera HDP’ê Ayşe Acar Başaran got ku ew dixwazin hem bi sazîyên tendirustîyê re têkilîyan kordine bikin, hem jî dema kêşeyek bû yekser bikaribin krîzê çareser bikin.

Başaran dîyar kir ku parastin û çereserkirina tendirustîya girtîyan erka Wezareta Dadê ye.

“Ev dem demeke gelek hesas e. Heke bi girtîyên sîyasî tiştek bibe, divê herkes bizanibe ku Wezareta Dadê berpirs e.”

ED_05_27_2019_Basaran
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:26 0:00

XS
SM
MD
LG