Malbata serokê berê yê Sudanê Omer el-Beşîr îro Çarşemê ragihand ku Beşîr ji gîrtîgeha Kobar ya li paytext Xartûm re hatiye veguhastin.
Jêderekî ewlehîyê ji Reutersê re got ku Beşîr, li zindaneke gelek parastî, bi têna xwe tê girtin.
Beşîr, ku Pêncşema borî ji desthilatê hatibû gêr kirin, li qesira seroktî, di bin parastinên xurt dijîya.
Artêşa Sudanî, piştî xwepêşandanên girseyî ku di 6ê Nîsanê de destpê kiribûn, Beşîr ji desthilatê anîbû xwarê.
Wezîrê Berevanî yê Sudanê Mihemed Ahmed Awad Îbn Auf ku rêbertîya civata leşkerî dikir, Pêncşema borî gotibû ku ew çaverê ye heta du sal derbaz bin ku hikûmeteke neleşkerî pêk were.
Daxuyanîya wî bûbû sedema nerazîbûnên xwepêşanderan ku dixwazin demûdest hikûmeteke sivîl Sudanê bi rê ve bibe.