Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Fîkret Başkaya: Ne AKP û MHP, Lê Dewlet Dixwaze HDP'ê Bigire


Parties in Turkey
Parties in Turkey

Li Tirkîyê tundî û reqbûna navbera partîyên desthilatdar û yên opozîsyonê didomin û hin pispor ew wek gotûbêjên ser sîstema rêvebirinê ya dewletê dibînin.

Akademîsyen Dr. Fîkret Başkaya bawer dike ku sîstema dewleta Tirkîyê ewqas pûç bûye ku bi hin reforman çêtir nabe.

“Ev dewlet berî her tiştî xwe pîroz nîşan dide û bi vî awayî pêşî li her tiştî digire. Di nav vê rejîmê de demokrasîyeke jibo gel û cibateke wekhev ne pêkan e. Desthiltdar her roj behsa reforman û guhertinan dikin, lê sazûmana Tirkîyê bi tevahî sîstemeke paşverû ye. Çiqas qalika xwe biguherîne jî naveroka wê paşverû ye.”

Dr. Başkaya bal dikşîne ser dîroka sîyasî ya Tirkîyê ku çi anîye ser cûdabîr û rikeberên xwe.

“Her kesê ku ji desthilatê cûda bifikire, wek xayîn tên dîtin loma jî gelek hunermend, zanyar, rojnamevan sîyasetvan hatine kuştin. Yên ku nehatine kuştin jî li zindanan rizîne û bêkar û birçî mane. Di dîroka Tirkîyê ya sed salî de em vî tiştî dibînin û ew rewş hê jî didome.”

Başkaya ser daxwaza girtina HDP’ê jî bawer dike ku ew bi rastî ne biryara MHP û AKP’ê, lê daxwaza dewletê ye.

“Dewlet girtina HDP’ê dixwaze. Feraseta ku dewletê wek nirxekî pîroz nîşan dide, partîyên dewletê ne. Ew dixwazin HDP’ê qedexe bikin ku jiber ku HDP hemî cûre lîstikên dewletê pûç dike.”

Dr. Başkaya bawer dike ku desthilatdar bi hinceta girtina HDP’ê dixwazin ku opozîsyona Tirkiyê jî bê deng bikin û hemû sazî û partîyên sîyasî bikin bin kontrola dewletê.

ED_16_07_2021_Fikret_Başkaya
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:59 0:00

XS
SM
MD
LG