Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hakan Fîdan û John Bass li Enqerê Civîyan


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan û Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka jibo Karûbarên Îdarî û Siyasî John Bass li Enqerê li Avahîya Wezîrên Karên Derve civîyan.

Piştî civînê di hesabên X yên Hakan Fîdan ev hevdîtin wiha hate qeydkirin, “Wezîrê me Hakan Fîdan pêşwazîya Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka jibo Karûbarên Îdarî û Siyasî yê Amerîka John Bass kir.”

John Bass jî di hesabên xwe yê X’de ev hevdîtin wiha ragihand:

“Tirkîye hevalbend û hevkarekî girîng e ku em tekilî û hevkarîya xwe li ser mijarên girîn yên herêmî û cîhanî dikin. Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û hevkarên wî li ser girîngîya ewlehîya sivîlan û karmendên alîkarîyê li Gazayê, piştgirîya demekratîk û azadîya Ukrayna, kurtirkirina hevkarîya li dijî terorê û pêşxistina ewlehîya NATO’yê me gotûbêj kir.”

Piştî rageşîyên Îran û Îsraîlê û berî serdana Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ya Amerîka ev hedîtin li Tirkîyê bal kişand.

Erdogan, di meha Gulanê de wê serdana Amerîka bike û bi Serok Joe Biden re bicive.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan di 5 Avrêlê 2024’an de di Civîna Wezîrên Karênder yê NATO’yê de bi Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken re jî hevdîtinek çêkiribû.

Fîdan, piştî civînê ragihand ku ew bi Blinken rewşa dawî ya balefirên şer yên F-16, pirsgirêka Gazayê û hin babetên din rawestîyan e.

Fîdan ligel civîna John Bass jî li ser girjîya Îran û Îsraîlê, rewşa Gazayê û bûyerên dawî yên Rojhilata Navîn rawestîn.

Pisporê têkilîyê navnetewî û Akademîsyenê Zankoya Teknîk Ya Rojhilata Navîn (ODTU) Prof. Dr. Oktay Tanrisever serdana John Bass û hevdîtinên ligel Hakan Fîdan ji Dengê Amerîka re nîrxand.

Tanrisever got, “Serdana John Bass ez gelek girîng dibînim. Jibo ku di demeke girîng de ew li vir e. Piştî ku Îranê êrîş bir ser Îsraîlê, ev yek li tevahîya herêmê nearamîyek pêk anî. Li vê derê em dibînin ku Tirkîye û Amerîka dixwazin ku kordinasyoneke nêz bi hevre bimeşînin. Hatine John Bass gelek di cî de ye.”

Tanrisever, pêkan dibîne ku di vê hevdîtinê de, di warê teknîkî de, li ser serdana Serokomarê Tirkîyê Erdogan ya li Amerîka jî hatiye rawestandin.

Hêjayî gotinê ye ku John Bass di navbera salên 2014 û 2017’an de erka Balyozê Amerîka li Tirkîyê kiribû û berê wê jî di navberan 2009 û 2012’an de jî Balyozê Amerîka yê Gurcistanê bû.

ED_04_16_2024_Fidan_Bass
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:02 0:00

XS
SM
MD
LG