Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Başûrê Şamê Agirbest Hat Ragihandin


Sê komên rikeber yên Sûrîyê, ser agirbesteke li başûrê Şamê li hev kir.

Ajansa devletê ya Misirê, MENA û Berdevkê Artêşa Îslamê Mihemed Elûş dîyar kir ku agirbest di bin hikmê Misir û Rûsya de hatîye îmza kirin.

Li ber e ku bi agirbestê, koçkirina gelê herêmê were rawestandin û rêkên alîkarîyê vebin.

Ji alîyê din ve, Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku hêzên hikûmeta Sûrîyê li taxên rojava û bakurê Mayadînê pêşde diçin.

SOHR’ê dîyar kir ku hêzên hikûmetê rêka Mayadîn û Bukemal ya ser sînorê Îraqê, xistîye bin kontrola xwe.

Yek ji aktîvîstên opozîsyonê Mozahem el-Sallum da zanîn ku pevçûnên hêzên hikûmetê û DAIŞ’ê gur bûne û ewê sitandina Mayadînê zor be.

XS
SM
MD
LG