Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gulistan Sonuk: Îsa Uke ji Bêavîyê Mir


Îsa Ulke xortê 16 salî yê di bîra avê de xeniqî
Îsa Ulke xortê 16 salî yê di bîra avê de xeniqî

Li Batmanê li Gundê Zîlan xortek 16 salî ku navê wî îsa Uke bû, ket qanala avê û fetisî. Lê xizm û gundî, saziya ku enerjiya elektirkê DEDAŞê sucdar dikin. Jiber ku DEDAŞ 20 roj berê jiber deynê elektrîkê, dînemoya ku avê ji bîrê derdixe li ser malên gundiyan hatiye qut kirin.

Keç meta Îsa, Gulistan derbarê mirina kurxalê xwe, agahî dan û da zanîn ku 20 roj in li gund jibo vexwarin û paqijiyê av nîne. Lewma gundî mecbur dimînin ji qanala avê ya ku ji bendava Batmanê kişandine ser gundan, avê bi milan an bi erbeyan bikşînin Gulistanê got, ''Îsa jî ji patoza ce hatîye malê. Jiber ku av nîne, xwestîye bi ava qanalê xwe bişo, lê lingê wî şemitîye û ketîye qanalê, fetisî.'' Gulîstan dibêje hem ji sedema germa havînê û hem jiber pandemî rewşa gundîyan pir xerab e.

Li heşt gundên Hezzo (Kozluk) ji 23ê mehê vir de jiber deynê dînemoya bîrên avê, saziya elektrîkê DEDAŞ, elektrîka dînemoyên bîrên avê qut kirîye.

Li heşt gundan nêzî hetf hezar gundî bê av in. Deynê elektirîka gundiyan jî, 10 milyon û 500 hezar lîre ye.

Parlamentera HDPê Felekaz Uca mirina Îsa Uke û qut kirina elektrîkê anî rojeva parlamenê.

Me xwest li ser vê rewşê em daxuyanî ji sazîya DEDAŞê bigrin lê heta niha tu bersivek nehatîye dayîn.

Raporta Aemd/Diyarbekirê 12 07 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:26 0:00

XS
SM
MD
LG