Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Herêma Batmanê Hejmara Pêketîyên Covid 19 Zêde Dibin


Batman provincial hospital
Batman provincial hospital

Jêderên xwecîhî li Batmanê îdia dikin ku li bajêr rojane dora 300-400 kes bi nexweşîya COVD- 19 dikevin.

Dr. Selahattîn Oguz
Dr. Selahattîn Oguz

Serokê Odeya Doktorên Batmanê, Selahattîn Oguz dibêje ku doktor li nexweşxaneyê her roj ji 800 kesan pirtir nexweşan muayene dikin.

“Tenê di nava hefteya borî de 8 nexweşên ku li servîsen normal dihatin derman kirin, ji COVID-19 mirine.”

Oguz dide zanîn ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmî li Batmanê 359 cîhên heyî tijî ne û li servîsên çavderîya krîtîk jî cîh nemaye.

Rojnameyên heremî jî îdia dikin ku ji meha Adarê vir ve ji nexweşîya COVID-19, pirtir ji 500 nexweş mirine.

Me xwest em van îdayan ji Rêvebirîya Saxlemîya Batmanê bipirisin, lê pirsên me bê bersîv man.

Li gor pêzanînên Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê bi giştî 6121 kes ji nexweşîya COVID-19 mirine û heta niha 258 hezar û 249 kes tûşî wê nexweşîyê bûne.

KHF_08_24_2020_Rewsa_Korona_Batman
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:32 0:00

XS
SM
MD
LG