Karbidestên Îtalî ragihand ku di encama binavbûna belemekê de 1 kes li nêzî bajarê Palermo hate kuştin, 6 kesên din jî hinda bûn.
Zerevanîya Perevan ya Îtalî da zanîn ku bûyera binavbûnê jiber bahoza hêzdar ya neçaverêkirî ya girava Sîcîlya qewimî.
Zerevanîya perevan dîyar kir ku navê belema 56 metro dirêj Bayesian ya Brîtanî ye û berî ku ew binav bibe 22 kes di nava wê de hebûn.
Karbidestan da zanîn ku wan 15 kes rizgar kirine ku yek ji wan zarokekî 1 salî ye û 8 ji wan ji nexweşxaneyên xwecîhî re hatine veguhastin û rewşa wan baş e.
Karbidestên Îtalî herwiha ragihand ku kesên hindabûyî hemwelatîyên Brîyanya, Amerîka û Kanada ne.
Jêder: Reuters