Rojnamevana Kurd Nurcan Baysal, Xelata Front Line Defender (FLD) ku yek ji xelatên herî girîng yên mafên mirovan e, girt.
Baysalê, xelat bi merasîmeke li Dublînê hat çêkirin, sitand.
Xelata FLD, her sal bo kesên li herêmên zor bo berevanîya mafên mirovan têkoşînê dikin, tê dayîn.
Baysalê, xelat ji destê Komîsera Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Kate Gilmore girt.
Nurcan Baysalê di axaftina xwe da zanîn ku ew xelatê li ser navê kesên li Tirkîyê bo ronîkirina tarîyê têkoşînê dikin, distîne.
‘’Ez vê xelatê, li ser navê lehengên bênav û parêzvanên mafên mirovan yên li Tirkîyê û bi taybetî jî yên li Kurdistanê dipejirînim’’ Baysalê got.
Baysalê bi berdewamî da zanîn ku ewê çavê xwe li ber ‘’hikûmetên zalim negirin’’ û got ku ‘’azadî nêzîk e’’