Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

BBP Wê Bin Navê Hevpeymanîya Gel Têkevê Hilbijartinê


Serokê Partîya Yekîtîya Mezin (BBP) Mustafa Destîcî îro Sêşemê got ku ewê di bin sîya Hevpeymanîya Gel de, li 81 bajaran û bi nîşane û berbijarên xwe têkevin hilbijartinê.

Destîcî di civîna li parlamana Tirkîyê de got ku ew ji 2018'an vir ve beşeke Hevpeymanîya Gel in.

“Di civînên dawî yên bi beşdarbûna Serokomarê me birêz Erdogan de, careke din xuya bû ku erka me heye ku vîna gel bi awayekî rastîn bigeheje ser sindoqan Em wek partî û wek dewlet hemî amadekarîyên xwe bi wî awayî didomînin."

Destîcî got ku ew, wek Hevpeymanîya Gel dixwazin di gera yekê ya hilbijartina serokomarîyê de serfiraz bin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Hevpeymanîya Gel ji Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP). Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) û Partîya Yekîtîya Mezin (BBP) pêk tê û berbijarê wê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan e.

Ev hevpeymanî bi hin partîyên biçûk re di nava danûstandinan de ye ku hebûna xwe firehtir bike.

Li alîyê din, Partîya Gel ya Komarî (CHP), Partîya Baş, Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA), Partîya Saadet, Partîya Siberojê û Partîya Demokrasî yên rikeberîyê Hevpeymanîya Netew pêk tînin ku berbijarê wan jî Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ye.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi hin partîyên çep re di Hevpeymanîya Ked û Azadîyê de ye, lê hîn ne dîyar e ku ewê berbijarek derxe yan ne.

XS
SM
MD
LG