Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ragihand ku heta niha wê 165 barhilgirên alîkarîyan derbarî bajarên Cizîrê yên Rojava kirine.
Mûsa Ehmed, serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, îro Sêşemê di konferanseke rojnamevanî de li Qamişlo got ku tîmên wan li bajarên Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Amûdê û Dirbêsîyê hene.
Ehmed herwiha da zanîn ku dezgeha wan alîkarî li derbiderên li nav 82 dibistanan belav kirine.
Ji destpêka derketina şer û alozîyan, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî tîmên xwe ligel alîkarîyan şandine deverên Kurdan, tevî ku heta niha wan nikarîbû xwe bigihînin bajarê Kobanîyê ji ber dorpêça hêzên hikûmeta demkî ya Sûrîyê.
Ligel Heyva Sor ya Kurd, karmendên Dezgeha Barzanî alîkarîyên pizîşkî û xizmetguzarîyê jî pêşkêşî derbideran dikin.
Ji alîyekî din ve Kanala 8 ya ku bingeha wê li Silêmanîyê ye ragihand ku 36 barhilgirên alîkarîyan şandiye ber bi Rojava ve, piştî kempeynekê ku tê de bi hezaran welatî û karsazên Herêma Kurdistanê beşdar bûn.
Kanala Rûdawê jî îro Sêşemê ragihand ku piştî kempeynekê bi heman şêweyekê, 80 barhilgirên alîkarîyan berê xwe dan deverên Rojava. Rûdawê got ku 40 barhilgirên din yên alîkarîyan tên amadekirin da ku ew jî bo xelkê Rojava werin şandin.
Li Kobanîyê jî, radyoya Arta ragihand ku karwanekî alîkarîyan ku ji 10 barhilgiran pêk tê gihîşt bajêr. Ew alîkarî ji rêxistina Xaça Sor ya Navnetewî ye, bi hevkarî ligel hikûmeta demkî ya Sûrîyê.