Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêrîna Gel ya Ser Tevlîbûna BDP ya nav HDP


Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP), roja Duşemê tevli Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bû.

Niha li Parlamenê 27 parlamenterên HDP’ê hene û HDP partîya siseyan ya opozîsyona Tirkîyê ye. Hevserokên partîyê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu ne.

Beşeke ji Kurdan ji vê tevlîbûnê ne razî ne, lê beşeke din jî vê yekî dilxweş in.

Me ji çend runiştvanên bajêr re, ku dengê xwe dane BDP’ê, nerîna wan ya ser vê tevlîbûnê pirsîn.

Sadik Ekin ê karmend dibêje, HDP di vê pêvajo de wê bibe partîyeke Tirk û nizane ku Kurd çi dixwazin.

Mehmet jî karker e rexne li BDP’ê dike ku wê guh neda daxwaza gel.

Zelîxa ku xwendevan e di wê bawerîyê de ye ku HDP partîyeke pir reng û pir deng e. Ew bawer dike ku tevlêbûna BDP’ê ya HDP’ê wê hêza wan zêdetir bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:49 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG